Serokê Komara îslamî ya Îranê berfirekirina peywendiyên di gel Rûsiyê wek şirîkê stratejîk, yek ji karên pêşîn yên siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê da zanîn û li ser pêwîstiya bilezkirina cihanîna rêkeftinên di navbera her du welatan de teqez kir.
Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê di hevdîtina digel hevpêşeyê xwe yê sûrî Bişar Esed da li ser bikaresatbûna rewşê li Rojavayê Asyayê hişyarî da.
Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê di Civîna Konseya Ewlehiyê ya NY'yê da ya li ser mijara Filistînê got, Amerîka di şerê Xezzeyê da bûye wek aliyekî şêrr.
Dmitry Medvedev Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê got, Tevlêbûna Ukraynê li nav NATO'yê tê wateya ragihandina şêrr.
Elî Baqirî Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê di hevdîtina digel Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê da ser pêwîstiya girtina dewama cinayetên Rejîma Siyonîst teqez kir û got, Êrîşên Îsraîlê çavkaniya gurrbûna nakokiyan li navçeyê ye.
Muhemed-Baqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got, Hemî danûstandinên navbera Îran û Rûsyayê bêyî dolar bi cih tên.
Berdevkê Wezareta Karên Derve di seredana odeya ziman û çanda Îranê ya li zanîngeha zimannasiyê ya Moskowê diyar kir ku peywendiyên Îran û Rûsiyê di rewş û demeke herî baş de ye got: Ji ber girîngiya peywendiya di navbera xelkê mayîndebûna têkiliyan de, em di vî warî de hewl didin û hewl didin ku hevkariya çandî bi Federasyona Rûsiyê re berfireh bikin.
Berdevkê hikûmeta Rûsiyê ragihand ku Mosko dê civîna dahatî ya Serokên NATO`yê li Amerîkayê bi hûrbînî bişopîne.
Berdevkê Koşka Kirêmlînê, Dîmitrî Pêskov, wek berteka li hember nûçeyên derbarê êrîşa ku tê gotin Rûsyê ser nexweşxaneyeke zarokan li Kîevê pêk aniye, tekez kir ku Moskow êrîşî navçeyên sivîlan nake.
Mariya Zaxarova Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê got, Mizakireyên Welatên Rojavayî li ser aştiya Ukraynê tenê nimayîş e.