Wekîlê Îranê li IAEAyê: Biryarnama IAEAyê bi armancên sîyasî hat pesendkirin
Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ku ketîye şarê Vîyenê, biryarnama Konseya Hikimdarên vê ajansê ya dijî Îranê biryarnameyek bi armancên sîyasî zanî ku ji hêla raberker û pesendkerên wê va tên şopandin.
Nezîrî got: Mixabin armancên sîyasî li pişt vê biryarnameyê hene û yên ew raber û pesend kirin bêyî seredana vê dawîyê ya Ser-rêvebirê Ajansê ya Têhranê berçav bigirin, hewil dan armanc û xerezên xwe yên sîyasî bişopînin. Eyan bû ku bi awayekî berfire pişta vê biryarnameyê nehat girtin û dengên ``na`` û ``bêalî`` jî vê yekê diselimînin ku ne dema vê biryarnameyê bû û ne jî hegereke teknîkî ya pêwîst ji bo pesendkirina wê hebû. Mixabin raberker û pesendkerên vê biryarnameyê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê ji bo armancên sîyasî bi kar tînîn, Komara Islamî ya Îranê digel welatên din hewil dide ku karê teknîkê yê Ajansê nemaze bi pêngavên ku Ser-rêvebirê wê radike, di rêya durist û di çarçova armancên di esasnameyê da hatine pesendkirin, bên rakirin û pêşdebirin.