Hizbullahê bi mûşekan êrişî leşkerên sîyonîst kir
Tevgera Hizbullah a Libnanê îro ragihand ku bi top û mûşekan êrişî cîyê kombûna leşkeran û alavên leşekrî yên artêşa Rejîma Sîyonîst li başûra Libnanê kir.
Tevgera Hizbullah a Libnanê di daxûyanîya yekem da ragihand ku di çarçova piştgirîya ji gelê berxwedêr ê Filistînê li Zîvala Xezzeyê da, têkoşerên Berxwedana Islamî bi mûşeka kontrol-dibe li derdora Qel`e Şem`ê êrişî tankeke Merkava ya Rejîma Sîyonîst kirin ku di encama teqîna wê da çend kesên tê da hatin kuştin û birîndarkirin.
Tevgera Hizbullahê di daxûyanîyên 2, 3 û 4an da jî ragihand ku 3 caran bi mûşekan êrişî cîyê kombûna leşkerên Rejîma Sîyonîst li rojhilata şarê Xîyamê ku ketîye başûra Libnanê, kirîye.
Ji hêla din va, mûşekên Bereya Berxwedanê ji bo cara yekem gihîştin rojhilata Esdûdê û Hizbullaha Libnanê ragihand ku tankeke sîyonîstan a ji cura mrkava ji nav birîye.