Derxistina 3 parlimanterên MHP`ê bi hegera qaçaxçîtîyê û têkilîya bi kuştina Sînan Ateş re
3 parlimanterên Partîya Hereketa Netewî (MHP) ya Tirkîyê bi tawana qaçaxçîtîya zêra û têkilîya bi dosîyên dengverdayî, bi fermana rasterast a Dewlet Bagçelî serokê vê partîyê hatin wêdadayîn.
MHP di çaçrova karekî kêm-mînak de 3 parlimanterên xwe bi hegera tawana qaçaxçîtîya zêra û bikaranîna narewa ya parêzbendîya parlimanterîyê neçar kir ku wêda herin.
Ew 3 parlimanter herwiha bi hegera têkilîya biguman a tev dosîya dengvedayî ya kuştina Sînan Ateş serokê berê yê çiqeke MHP di bin zext û zorê da bûn.
Hesen Besrî Sonmez parlimanterê Ispartayê, Ismayîl Akgul parlimanterê Boluyê û Mistefa Demir parlimanterê Kilîsê wek 3 parlimanterên MHP li meclisa Tirkîyê, bi tawana qaaxçîtîyê û têkilîya bi dosîyên cinayetê ra hatin wêdadayîn.
Wa 3 parlimanterên MHP parastîbûna ji ber parlimanterîyê û imkan û serpişkîyên parlimanterîyê ji wan derbasbûna ji gêytên VIP ên balafirgehan ji bo bi qaçaxî- derbaskirina zêra ji Dubeyê bo Tirkîyê bi kar anîne.