Tîrmeh 12, 2024 09:54 Asia/Tehran
  • Kenanî: Îran hewl dide hevkariya çandî bi Rûsiyê re berfireh bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve di seredana odeya ziman û çanda Îranê ya li zanîngeha zimannasiyê ya Moskowê diyar kir ku peywendiyên Îran û Rûsiyê di rewş û demeke herî baş de ye got: Ji ber girîngiya peywendiya di navbera xelkê mayîndebûna têkiliyan de, em di vî warî de hewl didin û hewl didin ku hevkariya çandî bi Federasyona Rûsiyê re berfireh bikin.

Nasir Kenanî ku ji bo beşdariya civîna berdevkên wezaretên derve yên welatên BRICS çûye Rûsiyê di dema seredana navenda  ziman û çanda Îranê li zanîngeha  dewletî ya zimannasiya Moskowê û hevdîtina Elêksandir Palîşok rêveberê vê navendê û îannasê uris  bal kişand  ser vê yekê ku peywendiyên Îran û Rûsiyê di halê geşbûn û geşepêdanê de ne, got: Hevkariya zanistî, zanîngehî û çandî di navbera her du welatan de divê hevdem ligel peywendiyên siyasî, aborî û bazirganî pêşde bibin.Ji ber vê yekê ji bo me di Wezareta Derve de pir girîng e ku hevkariyên çandî bi Federasyona Rûsiyê re berfireh bikin û em hewl didin ku alîkariya wezaret û navendên çandî yên her du welatan bikin ji bo berfirehkirina peywendiyan.

Mamosteyê bi nav û deng ê zimanê Farisî,  li beşa Zimanên Rojhilatî, yê zankoya  Wergerê ya Zanîngeha Zimannasiyê ya Moskowê û Rêveberê Odeya Ziman û Çanda Îranê jî di vê hevdîtinê de got:mêjûya  hînkirina zimanê farisî li Zanîngeha Zimannasiyê ya Moskowê vedigere  zêdetirî 20 salan û heft mamoste berpirs in ji fêrkirina zimanê Farisî.

Serepeyv