Rejû tenha çavkanîya germkirinê ji bo niştecihên Xezzeyê
Li rojavaya Xan Yûnisê ku komeek welatîyên filistînî ku ji Beyt Hanûnê aware bûne, mijûlê amadekirina rejûyê ne. Ew dara dikin rejû û bi vî awayî ardûyê ji bo niştecihên vê herêmê dabîn dikin.
Rejîma Israyîlê bilî jinavbirina binesazîyên vê deverê rê nade alîkarîyên mirovî jî derbasî Xezzeyê bên kirin. Israyîl herwiha rê nade nift û gaza pêwîst ji bo amadekirina xwarekê û patinê bigihêjin ber destê niştecihên vê deverê.
Mêr: Ez eslê xwe ji Beyt Hanûnê me û nika li Xan yûnisê aware me. Dagirker rê nadin ardû derbasê vê herêmê bê kirin, lewma em dara dikin rejû. Me ji sala 2004an va ev kara dest pê kir ta ku ardûya pêwîst bo xelkê dabîn bikin û derhatek be ji bo debara me xwe.
Niştecihên Xezzeyê ku ji her cure ardûyekê bêpar mane, rejûya ku li vir tê amadekirin, çavkanîyeke alternatîv ji bo germkirina mala ye.
Mêr: Em bi van rejûyana mala xwe grm dikin, pê wê xwarekê amade dikin. nika rejû tenha çavkanîya germkirinê ji bo me ye.
Herçend ku diqewime amadekirina rejûyê karekî hêsan xûya bike lê kesên ku vî karî dikin, divê zehmetîyeke giran dibînin di rêya dabînkirina derhat û debarekê ji bo malbatên xwe û çavkanîyeke germayê ji bo welatîyên ku bê ardû mane, dabîn bikin.
Mêr: Ev kara qet ne hêsan e. Hêzên dagirker gellek hevkarên me tenê ji ber ku dar kom dikirin, kuştin. Ji bo komkirna daran divê em herin rojhilata Xan yûnisê ku hêzên dagirker vê dawîyê jê vekişîyane. Heta li vir jî tu garantîyeke ji bo saxmayîna me tineye, ji ber ku rejîma Israyîlê êrişî her derî dike.
Di halekî da ku rejîma dagirker hewil dide bi girtina pêşîya derbaskirina pêwîstîyên berayî bo vê herêmê morala niştecihên Xezzeyê têk bişkêne, ev welatîyên filistînî hewil didin bi vî karê xwe nehêlin gurrîyên êgir vetefitin û himber serma û bêhêvîbûnê ber xwe didin.