Mijdar 22, 2024 18:50 Asia/Tehran

Di roja 413an a şer û jînosayda ku sîyonîst li Xezzeyê dimeşînin, di halekî da ku atmosfera şêrr ketîye ber bayê hikma Dadgeha Laheyê ya ji bo desteserkirina Netanyahu û Galant, artêşa Rejîma Sîyonîst wek artêşa terorê kêlîyekê jî desta ji cinayetê li Xezzeyê nakişîne û îro jî artêşa Rejîma Sîyonîst nexweşxaneyên Kemal Edwan û Ewde dan ber bombeyan û 18 filistînîyên din li herêmên curbicur ên Zîvala Xezzeyê şehîd kirin.

Hevgavê vê yekê Sîgrîd Kag Rêkxerê Karên Mirovdostane yê NY li Erdên Filistînê derbara sekinandina şandina xwarek, derman, av û ardûyê bo Zîvala Xezzeyê da hişyarî da û ragihand ku ev meseleya 2 milyon filistînîyan dixe ber gefê.

Ji hêla din va, gellek welatan piştgirî dan hikma Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ya desteserkirina Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst û Wezîrê Cengê yê wêdadayî yê vê rejîmê û ragihandine ku amade ne heke Netanyahu û Galant derbasî axa wan bibin, wan desteser bikin.

Tevgera Hemasê jî di daxûyanîyekê da piştgirî da derxistina hikma desteserkirina Netanyahu û Galant û ew hikma bi dilê xwe zanî û ev kara ``bûyereke dîrokî û sererastkirinek di rêya dûr û dirêj a bêdadîya dijî gelê Fiilstînê da û çavgiritna biguman ser binpêkirinên giran û bikaresat ser dagirkerîya faşîstî ya di 76 salên buhurî da`` zanî.

Piştî ku Dîwana Navdewletî ya Cezayê ango Laheyê hikma desteserkirina Netanyahu û Galant derxist, Çînê îro ji vê Dîwanê xwest ku rola xwe bigêrre.

Dewletên Îrlend û Islovenîyê jî ragihandin ku yê hikma Dîwana Navdewlketî ya Cezayê ya desteserkirina Netanyahu bi cih bînin.

Reşîde Telîb endama Kongira Amerîkayê jî piştgirî da biryara Dîwana Navdewletî ya Cezayê ya desteserkirina Netanyahu û Galant û hikmeke bi dilê xwe zanî. 

Rêxistina Navdewletî ya Efûyê jî hikma desteserkirina Netanyahu û Galant ``xala werçerxanê ya dîrokî`` bi nav kir.  

Serepeyv