Li Îzmîrê hejmara qurbaniyên erdhejê zêde dibe û li gor AFADê heta niha 79 kesan canê xwe ji dest dane.
Di erdheja bi pileya 6.6 a ku duh li navçeya Seferîhîsarê pêk hat de, hejmera kesên jiyana xwe ji dest dan derket 25’an. Avahiya 11 qatî ya 3 qatên wê yên ewil hilweşiyan û xwar bû, bi vînçan tê girtin.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) bi weşandina peyamekê hevxemiya xwe digel ziyandîtiyên erdheja Izmîrê diyar kir.
Li Îzmîrê malbateke 5 kesî ku ji dayik û 4 zarokan pêk tê, piştî 23 saetan ji bin avahiyên rûxiyayî hatin derxistin. Xebatên bo rizgarkirina zarokekî jî berdewam in.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê û rayedarên payebilind ên din ên Îranê ji ber erdheja Îzmîrê û candayîna hejmarek ji xelkê Tirkiyê di encama wê de ji hikûmet û netewê Tirkiyê re sersaxî xwestin û dewlet û netewê Îranê hevderdê wan dan zanîn û diyar kirin ku Îran ji bo şandina her alîkariyekê ji gelê erdhejlêketî yê Tirkiyê re amade ye.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir ku di encama erdheja Îzmîrê ya bi hêza 6,6ê de heta niha 26 kesan jiyana xwe ji dest dane û 804 kes jî birîndar bûne û muhtemel e hejmara miriyan zêde bibe.
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji qewimîna erdhejê li Tirkiyê, hevxemiya xwe digel dewlet û xelkê vî welatî diyar kir.
Li navçeya Seferîhîsar a navenda Îzmîrê, bi pileya 6.6 erdhejek dijwar rû da. Li gelek bajarên herêmên Ege û Marmarayê, erdhej hat hîskirin.
Hejmara goriyên vexwarinên elkolî yên sexte li Tirkiyê gihîşt 76 kesî.
Civaknas Yasîn Dûrak qedexekirin û astengkirina axaftina bi zimanê zikmakî wekî "qirkirina çandî" pênas kir û got ev jî bi qasî qikirinê sûcekî mezin e.