Iraqçî: Cîhan ji bo guherîneke bingehîn hewcedarê vejîyandina dad u rûmeta merivî ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, ji ber berfirebûna şêrr u destwerdana di peywendîyên navdewletî da, pêgirî ser pêwîstîya guhertina vê rewşê u pêngavrakirina ber bi pêşketin, dad u aştîya mayinde va kir.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê di civîna ``vexwendinek jib o gherîneke cîhanî`` da got: Şerr, destwerdan, boykot û sepandina zorê, dewsa ku di rewşa neçarîyê da bên bikaranîn, veguherîne emrazên asayî yên sîyasetê.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser destdirêjîya Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser Komara Islamî ya Îranê û pêgirî ser pêwîstîya sekinîna himberî destdirêjî u binpêkirina serwerîya welatan kir u got ku dema himber binpêkirina mafn navdewletî bertek neyê nîşandayîn, sînorên qedexe wan mafana lawaz dikin.
Iraqçî bal kişand ser candayîna 168 xwwendekaran di encama êrişa Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser dibistanbekê li şarê Mîbanê da u got ku gorîyên cengê ne tenê hejmar u data belku li pişt her canê ji destçûyî, mabatek, siberojek û jîyanek heye.
Iraqçî alugurên Xezze u Libnanê jî mînakeke dûhatên wê sîyasetê zanî û got ku domandina qirrkirina sivîlan, awerebûn û jinavbirina binesazîyên jîyanê, ceribandinek ser rêya berpirsyarîya civaka navdewletî ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê xurtkirina çendalîkarîya rastî û dadmendane wek rêçare zanî û got: Divê cîhan ji sîyaseta cengê berê xwe bide pêşketina mayinde, ji destwerdanê berê xwe bide rêzgirtina li serwerîya netewî û ji şerên bêdawî ber bi aştîya mayinde va pêngavan rake.
Iraqçî herwiha pêgirî kir ku ewlehîya mayinde li rojavaya Asyayê divê ji hêla welatên herêmê va u bi gotuûbêj, pêkanîna pêbawerîyê û hevkarîyê were dabînkirin ne bi hatin u destwerdana zilhêzên bîyanî.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Cîhan roja îro hewcedarê guherîneke bingehîn e, guherînek ku tê da pêşketin, rûmeta merivî û dad raserî hesabên hêz u serdestbûnê bin.