Li pey erdhejê; Zerîf digel dewlet û xelkê Tirkiyê hevxemî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i320913-li_pey_erdhejê_zerîf_digel_dewlet_û_xelkê_tirkiyê_hevxemî_kir
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji qewimîna erdhejê li Tirkiyê, hevxemiya xwe digel dewlet û xelkê vî welatî diyar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 30, 2020 17:05 Asia/Tehran
  •  Li pey erdhejê; Zerîf digel dewlet û xelkê Tirkiyê hevxemî kir

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji qewimîna erdhejê li Tirkiyê, hevxemiya xwe digel dewlet û xelkê vî welatî diyar kir.

Li gorî rapora Rêveberiya giştî ya Ragihandin û berdevkiya Wezareta karên derve, Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf di peyamekê bo Mewlûd Çawûşoxlû hevpîşeyê xwe yê tirkiyeyî, tevî diyarkirina hevderdiya digel dewlet û xelkê Tirkiyê, jibo birîndarên vê bûyerê hêviya tendurustiyê kir.

Zerîf her wiha amadetiya Komara Îslamî ya Îranê jibo alîkariya bo ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê ragihand.

Li navçeya Seferîhîsar a girêdayî navenda Îzmîrê, saet 14,51'an, bi pileya 6.6 erdhejek dijwar pêk hat. Hat diyar kirin ku li gelek bajarên herêmên Ege û Marmariyê, erdhej hat hîskirin.

Ji ber vê erdhejê heta niha çar kes hatine kuştin û zêdetirî 150 kesî birîndar bûne.

Hejmareke zêde jî di bin kavilan da mane û bi dehan avahî wêran bûne.