Hejmara miriyên erdheja Îzmîrê zêde bû û gihêşte 91 kesan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321003-hejmara_miriyên_erdheja_Îzmîrê_zêde_bû_û_gihêşte_91_kesan
Li navçeya Seferîhîsar a ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê roja 30 Cotmehê erdhejek bi giraniya 6,6 rîşteran qewimî û hejmara miriyên di encama wê erdhejê de niha derket 91 kesan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 02, 2020 18:30 Asia/Tehran
  • Hejmara miriyên erdheja Îzmîrê zêde bû û gihêşte 91 kesan

Li navçeya Seferîhîsar a ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê roja 30 Cotmehê erdhejek bi giraniya 6,6 rîşteran qewimî û hejmara miriyên di encama wê erdhejê de niha derket 91 kesan.

Roja 30ê Cotmeha 2020an li navçeya Seferîhîsar a ser bi parêzgeha Îzmîrê, bi hêza 6,6 erdhej qewimî.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Reşwa Bilez (AFAD) a ser bi Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hejmara miriyên di encama erdhejê de, bûye 91 kes.

Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum jî eşkere kir: “962 welatiyên me bi awayekî birîndar hatin rizgarkirin. Welatiyên me yên ku tedawiya wan didome, 4 ji wan rewşa wan giran e û bi giştî 9 birîndar di çavdêriya hûr de ne.”

Li aliyê din, Wezîrê Perwerdehiya Netewî Ziya Selçuk ragihand ku li seranserê bajêr heta hefteyekê perwerdehî hat rawestandin û eşkere kir ku li gor rewşê ev dem dibe ku were dirêjkirin.

Ev erdheja li girava Samosa Yewnanistanê jî hin xisar gihandin xelkê ew ketiya 300 KM-iya Atinayê paytexta Yewnanistanê ku li vîbajarî jî erdhej seh bûye.