Êrişên bi mûşekan ên Yemenê ser paytexta Erebistanê
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku hêzên yemenî bi xwofirr u mûşekan êrişî hin armancan li Rîyaza paytexta Erebistanê kirin.
Hêzên çekdar ên Yemenê êrişî Balafirgeha Navdewletî ya Melik Xalid a li Rîyazê kirin ku bi dû wê êrişê, dûkeleke tîr ji nêzîkî balafirgeha Rîyazê rabû esmîn. Piştî ku Rêxistina Berevanîya Sivîl a Erebistanê gefa hewayî ya bikîn ragihand, welatîyên erebistanî dîtin ku gurrî u alavên êgir û istûneke dûkelê li nêzîkî Balafirgeh Navdewletî ya Melik Xalidê rabûn esmîn.
Hevgavê vê yekê dengê zingila xeterê li Rîyaz u Xerecê hat bihîstin u geştên esmanî li Balafirgeha Melik Xalid an hatin sekinandin û an rêya wan hat guhertin.
Lêjneya Alîkarîgîhandina Bajêr a Erebistanê li şarên Cedde u Taifê rewşa awarte raghiand. Hin çavkanîyên ereb jî ragihandin ku hin armancên lekerî û binesazîyên girîng ên Erebistanê ji wan Binkeya Hewayî ya Melik Xalid li Xemîs Muşeytê u binesazîyên niftê yên Şirketa Aramcoyê li rîyazê ketine ber êrişan.
Di vî halî da çavkanîyên xwecî ragihandin ku sîstema hişyarkirina zûdem li çend şaran ji wan Cedde, Taif, Cîzan, Ebha u Xemîs Muşeytê hat çalakkirin. Ev êriş di halekî da ne ku Yehya Serîc Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê duh got: Erebistanê di 7 rojên buhurî da 300 carî bi Balafirên cengê yên F-15 u Tayfon êrişî parêzgehênTe`iz, Mareb, Cewf, Beyza, Umran, Lehic, Hudeyd û Se`deyê yên Yemenê kirine.