Belombergê agahîyek nû derbara êrişa Amerîkayê ser dibistana Mînabê da aşkira kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360420-belombergê_agahîyek_nû_derbara_êrişa_amerîkayê_ser_dibistana_mînabê_da_aşkira_kir
Di halekî da ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê piştî nêzî 7 mehan hela jî berpirsyarîya fermî ya êrişa ser dibistanekê li Mîbana Îranê qebûl nekirîye, Belombergê ragihand ku rayedarên Pentagonê hê çend siet ji êrişê derbas nebibû ku ji rola Amerîkayê haydar bibûn.
(last modified 2026-09-19T13:54:45+00:00 )
Îlon 19, 2026 17:17 Asia/Tehran
  • Belombergê agahîyek nû derbara êrişa Amerîkayê ser dibistana Mînabê da aşkira kir

Di halekî da ku Wezareta Cengê ya Amerîkayê piştî nêzî 7 mehan hela jî berpirsyarîya fermî ya êrişa ser dibistanekê li Mîbana Îranê qebûl nekirîye, Belombergê ragihand ku rayedarên Pentagonê hê çend siet ji êrişê derbas nebibû ku ji rola Amerîkayê haydar bibûn.


Li gorî rapora vê medyaya amerîkî, lêkolîna Pentagonê tişta ku rayedarên têkildar di vê lêkolînê da `` zincîreyeke têkçûnên dikarîn bên kontrolkirin`` bi nav dikin, aşkira kirîye u rayedarên hanê piştrast kirine ku 2 mûşekên Tamahawk ên amerîkî di 28ê Sibatê da li Dibistana Şecereya Teyyibe ya li Mînabê ketin. Di vê lêkolîna Pentagonê da hatîye idiakirin ku agahîyên şaş, dîmennê setlaytê yên kevin û girêdayîbûna zêde ji rejê ya bi hişê çêkirî di êrişa Amerîkayê da rol u bandora xwe hebûn. Hevgavê vê yekê, Lêjneya Pêderxistina Rastîyê ya NY ragihandîye ku heger u nîşaneyên beraqil têkildarî qewimîna cinayetê di vê êrişê da hene. Di encama êrişa ser Dibistana Şecereya Teyyibe da 168 kesî ji wan nêzî 120 xwendekarî can dan.