Xwenîşandana dijî Trump li Waşîngtonê
Bi sedan amerîkî bi nîşana nerazîbûna hibmerî sîyasetên Serokomarê vî welatî li ber Navenda Kênêdî li Waşîngtonê kom bûn.
Kesên hanê himberî gefên Serokomarê Amerîkayê têkildarî daxistin an hilweşandina vî cîyê berbiçav ê hunerên şano u raydanê li Waşîngtonê nerazîbûn nîşan dan.
Dadwerekî Federal çend rojan berî nika nehîşt ku Desteya Rêvebirîyê ya Navenda Kênêdîyê navê Trump li lîsteya navan a vê avahîyê li hewşa vê navendê zêde bike. Trump jî ragihand ku yê rê li ber bûca terxankirî ji bo nûjenkirina Navenda Kênêdîyê bigire, îlla ku navê wî jî bixin lîsteya navan a vê navendê. Ji hêla din va, Dadgeheke Venihêrînê ya Federal a Amerîkayê di hikmekê da, sîyaseta hikûmeta Trump a derxistin u şandina penaxwazan bo welatekî din berovajî qanûnê û rêpênedayî ragihand. Wê dadgehê di hikma xwe da pêgirî kirîye ku hikûmeta Trump bêyî derbaskirina rêyên qanûnî û bi binpêkirina sozên merivdostîyê, sîyasetên hişk dijî penaxwazan bi cih anîye.