Berxwedana lubnanê di dewama piştgiriya xwe ya ji xelkê Xezze û Lubnanê li himberî êrişên Rejîma siyonîst ragehand ku di dema êrişên mûşekî ser bajarokên siyonîstnişîn, xwefireke artêşa dagirker jorda xistiye.
Civîna navneteweyî ya Mekteba Nesrullah bi mebesta lêkolîn û naskirina berûlayên cuda yên têgeha rewşenbîrî ya şehîd Hesen Nesrullah û her wiha rola wî ya siyasî di warê rawestana li ber û siyonîzm û îstikbarê de bi amadebûna şirovekar û ramanwerên 13 welatên cîhanê li Tehranê hat li dar xistin.
Yek ji berpirsên hêzên UNIFILê bal kişand ser vê yekê ku ev hêzana 40 caran ketien ber êrişa artêşa terorê û teikez kir ku erkê van hêzan vegerandina ewlehî û aramiyê bo başûra Lubnanê ye û ev hêz dê li meqerên xwe de bimînin.
Çavkaniyên nûçeyan derbarê çend êrişên mûşekî yên Hizbullaha Lubnanê ser meqerên girîng û hestiyar ên siyonîstan û kuştina eskerekî siyonîst li başûrê Lubnanê agahî dan.
Fermandê Giştî yê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî got: Tevî hebûna goriyên zav û bûyerên diltezîn, Hizbullah li hember van derbeyên giran wek muicizeyekê xwe vejiyand û xwe ji nû ve ava kir û niha jî bi lehengî û bi serdestiya li meydanê li himberî Rejîma Siyonîst rawestaye.
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê derbarê dawîn alûgurên destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser Lubnanê de axivî.
Îro jî Hizbullaha Lubnanê di daxûyaniyên curbicur de ragehand ku navendên artêşa terorê û bajarokên siyonîstnişîn dane ber êrişan.
Berpirsê nivîsgeha Tevgera Berxwedana Îslamî ya Hizbullaha Libnanê li Têhranê, sekinîna li hember dijmin û berxwedan tenê rêya serkevtinê da zanîn.
Artêşa Rejîma Dagirkir a Siyonîst li roja 44`an a bidûhev, êrişên xwe yên berfireh ser Libnanê didomîne û Hizbullaha Libnanê jî bona sekinîna li hember van êrisşn, çend pêgeh û binkeyên wan ên leşkerî dan ber mûşekan.
Di roja 43emîn ya êrişa berfereh ya Rejîma Siyonîst ser Lubnanê, Hizbullahê bi berfirehkirina êrişên xwe, bo yekem car baregeha leşkerî ya Heyfayê da ber êrişan.