Firaksiyona Parlemanê ya Hizbullahê: Çekên Berxwedanê dê bimînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i358509-firaksiyona_parlemanê_ya_hizbullahê_Çekên_berxwedanê_dê_bimînin
Endamê Firaksiyona ser bi Hizbullaha Libnanê lki parlimana vî welatî tekezî ser rewabûna çekên di destê Bereya Berxewdanê û mayîna wan jibo berevaniya ji welêt kir.
(last modified 2026-02-24T12:17:46+00:00 )
Sibat 24, 2026 14:39 Asia/Tehran
  • Firaksiyona Parlemanê ya Hizbullahê: Çekên Berxwedanê dê bimînin

Endamê Firaksiyona ser bi Hizbullaha Libnanê lki parlimana vî welatî tekezî ser rewabûna çekên di destê Bereya Berxewdanê û mayîna wan jibo berevaniya ji welêt kir.

Hesen Îzedîn tekez kir: Em  pêşberî agirbesekê ne ku pêk nehatiye û axiftina li ser rêkeftineke din xapandin e. Îzedîn her wiha got: Destdirêjiyên Rejîma Siyonîst li ser sînoran nîşan didin ku dijmin li dû misogerkirina dagirkeriya xwe li wan navçana digere û divê hikûmeta Libnanê bertekê nîşanî van destdirêiyan bide. Biryara şaş a hikûmetê derbarê pawankirina çekan li gorî rêkeftina Taifê ya çekên milîtanan e ne çkên Bereya Berxwedanê. Wî got: Çekên di destê Bereya Berxwedanê da jibo berevaniya ji welêt tên bikaranîn û dê bimînin û em tekeziyê ser mafê xwe yê berevaniya ji welêt dikin. Armaca dijmin bêçekkirina Libnanê û dagirkirina wê ye.