Nebîh Bêrî: Hizbullah pabendî agirbesê ye
Serokê parlemana Libnanê bal kişand ser vê yekê ku Hizbullah tim pabendî agirbesê ye û rejîma Siyonst wê binpê dike û got: Em pêşwaziyê dikin ji her hewildana jibo zexta li ser rejîma Siyonîst ku şerê destdirêjkerane li dijî Libnanê rawestîne.
Nebîh Bêrrî, Serokê parlemana Libnanê got: Pêwîstiya vekişîna rejîma Siyonîst ji başûr, bicihkirina artêşa Libnanê, vegeryana rûniştiyan bo gund û bajarên xwe, azadkirina hêsîran û amadekirina planekê jibo ji nû ve avakirina tişta ku bi piştgirtina welatên ereb û navdewletî hatiye wêrankirin, me rayedarên hikûmeta Libnanê hevgirtî dike.
Bêrrî destnîşan kir: Em ji mêvanheziya hemî çîn û qatên civaka Libnanê digel xwşîk û biryarên xwe yên aware ku piştî wêrankirina plankirî ya gundên xwe ji aliyê rejîma Siyonîst ve neçar mane terka malên xwe bidin, sipasiyê dikin.
Bêrrî tevî nîşandayîna rezamendiya xwe ji ` hewldanên ku bûn sedema agirbesê` got: Rejîma Siyonîst di encama zexta Amerîkayê de neçar ma agirbesê qebûl bike û her wiha piştî ku di encama êrişên wê ser başûrê Libnanê bi dehan kesên sivîl ji wan hêzên hawagiheştinê yên Encumena Pêşengiya Îslamî û berevaniya sivîl û her wiha kal û pîr, jin û zarok hatin kuştin, neçar ma agirbesê qebûl bike