Çavkaniyên nûçeyan basa êrişa giran û hovane ya Rejîma Siyonîst ser navçeya El Xubeyriyê li Zahiyeyê kirin, ev navçeya çend caran kete ber êrişa hewayî ya giran a siyonîstan.
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî di civîna xwe ya nûçeyan a îro li Bêyrûtê got, her biryarek ku hikûmet û Berxwedana Libnanê bigirin, em ê piştgîriyê bidinê.
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî berî nîvroja îro ji Sûriyê derbasî Bêyrûtê bû û bi serokwezîrê Libnanê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
Hizbullaha Libnanê di daxûyanîyekê da ragihand ku îro jî bi mûşekan êrişî bakura Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kir û Rejîma Sîyonîst jî derheq vê şîyana Hizbullahê mukur hatîye.
Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst berbanga îro êrişî navçeya Harre Hirîkê ku ketîye devera Zahîye li başûra Libnanê kirin.
Rejîma îşgalker a siyonîst li çend sietên derbasbûyî de piştî fermana valakirina xelkê navça Zahiya başûrî, 12 caran ev navçe dan ber êrişên xwe yên hovane.
Hizbullaha Lubnanê di êrişên nû yên mûşekî de çend meqerên artêşa Rejîma Siyonîst dan ber êrişan.
Berxwedana lubnanê di dewama piştgiriya xwe ya ji xelkê Xezze û Lubnanê li himberî êrişên Rejîma siyonîst ragehand ku di dema êrişên mûşekî ser bajarokên siyonîstnişîn, xwefireke artêşa dagirker jorda xistiye.
Yek ji berpirsên hêzên UNIFILê bal kişand ser vê yekê ku ev hêzana 40 caran ketien ber êrişa artêşa terorê û teikez kir ku erkê van hêzan vegerandina ewlehî û aramiyê bo başûra Lubnanê ye û ev hêz dê li meqerên xwe de bimînin.
Çavkaniyên nûçeyan derbarê çend êrişên mûşekî yên Hizbullaha Lubnanê ser meqerên girîng û hestiyar ên siyonîstan û kuştina eskerekî siyonîst li başûrê Lubnanê agahî dan.