Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Parlemana Iraqê got: PDK û YNKê di warê danasîna bijardeya serokkomartiya Iraqê lihevkirinên baş bi dest xistine.
Hejmarek mezin ji xelkê li navend û taxên Hewlêrê, li Kurdistana Iraqê, li dijî bilindbûna nirxê sotemeniyê xwepêşandan kirin.
Şandeke hevbeş a Wezaretên Berevanî û Navxwe û Fermandariya Operasiyonên Hevbeş a Iraqê gihişte Hewlêrê.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Marya Zaxarova ragihand, gotûbêjên wan ên siyasî yên li ser astên cuda bi Hewlêr û Bexdayê re dewam dikin û ew ê pêwendiyên xwe hîn zêdetir bi pêş ve bibin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, dronek li nêzîk qezaya Enkawe ya ser bi Hewlêrê ve ket xwarê.
Li serokatiya Herêma Kurdistanê Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeannine Hennis-Plasschaert cara duyemîn li gel hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya. Hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê mijare sereke ye hevdîtinê ye.
Çavkaniyên iraqî ragihand ku konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ketiye ber êrîşa bi dronan.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine çareserkirin.
Tîma voleybolê ya Peykanê bi serkeftina li hemberî tîma Hewlêrê ya Kurdistana Iraqê derket nîvfînalê ya Kûpaya Klûbên Asyayê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîra dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz kir.