Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê têkildarî çareserkirina nakokîyan dûr e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i338135-lihevkirina_hewlêr_û_bexdayê_têkildarî_çareserkirina_nakokîyan_dûr_e
Endamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) got ku dûr e Hewlêr û Bexda têkildarî çareserkirina nakokîyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê da li hev bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 14, 2022 09:18 Asia/Tehran
  •  Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê têkildarî çareserkirina nakokîyan dûr e

Endamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) got ku dûr e Hewlêr û Bexda têkildarî çareserkirina nakokîyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê da li hev bikin.

Mehmûd Xoşnav endamê YNK'yê got: Ti wekîl û parlimanterekî YNK'yê tevî ku YNK beşeke girîng a biryardayînan li Herêma Kurdistana Iraqê ye, di desteya kurdan da ku çûye Bexdayê, cî negirtîye û eva kêmasîyeke gellekî mezin e.

Xoşnav dîyar kir ku nakokîyên di navbera YNK û PDK'yê da didomin û got: YNK beşeke Herêma Kurdistana Iraqê ye, lewma pêkhateya desteya kurdan a ku çûye Bexdayê, bêyî wekîlên YNK'yê nivîşkan e.

Wî pêgirî kir: Dosyeyên ku biryar e desteya kurdan li Bexdayê derbara wan da gotûbêjê bike, dosyeyên lihevalîyayî û giran in û hewcedarê hewleke zêde ji bo çareserkirinê û lihevkirina gişk alîyan in.