Geştên asimanî li balefirêgehên Bexda û Hewlêrê hatin rawestandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i337970-geştên_asimanî_li_balefirêgehên_bexda_û_hewlêrê_hatin_rawestandin
Ji ber rewşa hewa ya neguncan tevahiya geştên asimanî li balefirgehên Bexda û Hewlêra Iraqê hatin rawestandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2022 09:44 Asia/Tehran
  • Geştên asimanî li balefirêgehên Bexda û Hewlêrê hatin rawestandin

Ji ber rewşa hewa ya neguncan tevahiya geştên asimanî li balefirgehên Bexda û Hewlêra Iraqê hatin rawestandin.

 

Li gorî rapora Shafagh News'ê, Rêveberiya balefirgeha navneteweyî ya Bexdayê roja Yekşemiyê ragihand, ji ber rewşa hewa ya nebaş û daketina asta dîtinê heta 400 metreyî, tevahiya geştên asimanî li vê balefirgehê ji saet di 3ê berbangê da hatine rawestandin.

Ehmed Huşyar rêveberê balefirgeha Hewlêrê jî got: Carê ji ber rewşa hewa ya neguncan û zêdebûna mij û dûmanê, geştên asimanî yên vê balefirgehê hatine rawestandin.