Sûdanî hemî dozên dijî Herêma Kurdistana Iraqê ibtal kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i338327-sûdanî_hemî_dozên_dijî_herêma_kurdistana_iraqê_ibtal_kirin
Rêvebirekî Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku hemî dosyeyên dadwerîyê yên dijî Herêma Kurdistanê hatin sekinandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2022 15:25 Asia/Tehran
  • Sûdanî hemî dozên dijî Herêma Kurdistana Iraqê ibtal kirin

Rêvebirekî Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku hemî dosyeyên dadwerîyê yên dijî Herêma Kurdistanê hatin sekinandin.

Wefa Mihemed Kerîm yek ji rêvebirên PDK’yê di hevpeyvînekê da got: Yek ji encamên erênî yên seredanên desteya muzakireker a Herêma Kurdistanê bo Bexdayê eva ye ku Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê hemî dosyeyên dadwerîyê yên dijî Herêma Kurdistanê ibtal kirin.

Vî endamê PDK’yê herwiha got: Rawestandina wan gilîname û dosîyeyana yek ji daxwazên PDK’yê ji bo pêkanîna hikûmeta nika bû. Wî got ku ev daxwaza kurdan yê heta dema amadekirina qanûna nift û gazê ya Iraqê di rojevê da bin.

Mijara firotina nifta Herêma Kurdistanê yek ji nakokîyên di navbera dewleta navendî ya Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê da ye û di van salên dawîyê da ew nakokî bûye berbendek ser rêya lihevnekirina alîyan di war û mijarên din da.