-
Rewşa awarte li parêzgeha Şirnexê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê ji bo salekê
Çile 04, 2022 19:05Walîtiya Şirnexê ragihand, li 14 deverên ser bi Şirnexê ve ji bo salekê qedexe hatiye ragihandin. Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê de hatiya ragihandin, ji 1 Çileyê ve 14 deverên ser bi bajarê Şirnexê ve wek deverên ewlehiyê yên demkî hatine destnîşankirin.
-
Li Şirnexê, Cotkar û esnaf tev de ji ber maliyetan bi gilî û gazinc in
Kanûn 22, 2021 09:26Cotkarên ku ji ber krîza aborî û zêdebûna mesrefan zehmetiyê dikişînin, diyar kirin ku êdî nikarin hilberandinê bikin û esnafên ku berên çandiniyê difiroşin jî ji ber bihabûna fiyetan nerazîbûna xwe nîşan dan.
-
Berfê riyên 743 gundên herêmên kurdî li Tirkiyê girtin
Kanûn 20, 2021 14:52Pêla nû ya barîna berfê bandorê li herêmên kurdî yên Tirkiyê dike. Heta niha ji ber pêla nû ya berfê riyên 743 gund û mezrikên li van herêman hatine girtin. Ji ber barîna berfê berdewam dike jî tê çaverêkirin ku ew hêjmar zêdetir jî bibe.
-
Birayê serokê berê yê navçeya Cizîrê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê hat kuştin
Kanûn 05, 2021 14:09Li navçeya kurdî ya Cizîra bajarê Şirnexê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê, Tahir Guven birayê Serokê berê yê Navçeya Cizîrê yê AKPê Cihan Guven, di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
-
Tirkiyê li Şirnexê li dijî PKKê êrişeke nû daye destpê kirin
Mijdar 09, 2021 13:27Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand bi beşdarbûna 1550 endamên artêşê li herêma Besta ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê ve operasyoneke bi navê Eren-Zivistan-1 destpê kiriye.
-
Mihrîcana Zarokan li Silopiyê bi lîstika şanoyê dest pê kir
Cotmeh 23, 2021 09:09Şaredariya Silopiyê ya Şirnexê "Mihrîcana Şano û Zarokan" organîze kir. Mîhrîcan duh bi lîstika Don Kîxot dest pê kir û di rojên pêş de jî bi çalakiyên cuda dê bidome.
-
Hevserokê HDP’ê: "Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?"
Cotmeh 06, 2021 14:54Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku HDP bi bawerî û hêza gel rêya xwe didomîne û got: "Belgeya helwesta me ya ji danezana Tirkiyeyê ye, ew nexşeya rêya demokrasiya xurt e."Sancar bersiva gotina "me pirsgirêka kurd çareser kiriye" ya Erdogan jî da û got: "Heke we pirsgirêkê çareser kiribe, çima her roj li bajarên kurdan panzêr zarokan diperçiqînin?"
-
Dewama binçavkirinan li Tirkiyê; li Farqîn a Amedê 5 kes hatin binçavkirin
Cotmeh 06, 2021 14:44Polîsan li navçeya Farqînê bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin.
-
Agir bi daristanên Çiyayê Cudî ket
Îlon 07, 2021 19:03Li Çiyayê Cudî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Tirkiyê agir bi daristanê ket. Herwiha agirê daristanên navçeya Bestayê jî nehatiye kontrolkirin
-
Tirkiye; Li 4 herêmên kurdnişîn daristan dişewitin
Îlon 01, 2021 14:51Şewatên daristanan ên li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê didomin. Li bajarên ku derveyî Çewlikê, mudaxaleya hewayî lê wan nayê kirin, welatî ligel tîmên agirkujiyê bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin.