Tirkiyê li Şirnexê kuştina leşkerekî xwe ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i333665-tirkiyê_li_Şirnexê_kuştina_leşkerekî_xwe_ragihand
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di operasyonekê li herêma Çiyayê Cûdî li dijî PKKê tê meşandin de, leşkerekî wan hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 01, 2022 13:06 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li Şirnexê kuştina leşkerekî xwe ragihand

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di operasyonekê li herêma Çiyayê Cûdî li dijî PKKê tê meşandin de, leşkerekî wan hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de hatiye eşkere kirin, di operasyona Eren-Abluka 5 a li herêma Çiyayê Cûdî li bajarê Şirnexê yê Kurdistana Tirkiyê de, leşkerê bi navê Îsmaîl Can di şer û pevçûneke PKKê de bi giranî birîndar bûye û piştre li nexweşxanê miriye.

Herwiha hatiye diyarkirin ku leşkerê bi navê Çavuş Çakici jî birîndar bûye û du PKKyî jî hatine kuştin.