Hewldanên ji bo wê yekê ku komkujiya Kurdên Êzdî li ser asta parlamentoyên welatan wek jenosîd bê naskirin berdewam in, ku ya herî dawî Parlamentoya Belcîkayê bû û naverasta meha borî ew dosye wek jenosad nasand.
Beşeka alîgirên Konseya Xwerêveber a Şengalê li dijî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser asayîkirina rewşa vê navçeyê xwenîşandan bi rê xistin.
Êzidiyên kantona Efrînê îdiayên dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê li ser rewşa êzidiyên Efrînê li derewê qelibandin û diyar kirin ku êzidiyên li wir mercên zehmet û bi êş dijîn û tên neçarkirin ku bibin Misliman.
Wezîrê karên hundirîn ê Iraqê Osman Xanmî li tevî şandeyekê gihaşt Şengalê.
Firokeyên bêfirokevan ên Artêşa Tirkiyê bi êrîşa ser Şengalê, hêzên YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) dane ber bombeyan.
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncewînî destnîşan kir ku peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK'ê de bi daxwaza Tirkiyê pêk hat û got, heger Êzidî vê carê jî werin hiştin wê li pêşberî karesteke din bimînin.
Êzidiyên Efrînê rave kirin ku ew lihevkirina dawîn a di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de têkildarî rêveberiya Şengalê, red dikin. Her wiha destnîşan kirin ku ew baş dizanin ku dewleta Tirkiyê li dû wê lihevkirinê ye.
Rêveberiya nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê, lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê Şengalê de red kir û got, divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin û piştgiriya wê were kirin.
Cîgerê Heverokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm biryara ku di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Şengalê hat girtin nirxand û got: “Ger Partiya Dêmokrat a Herêma Kurdistanê (PDK) careke din vegere Şengalê wê bibe cara 3’yemîn ku xiyanetê li gelê Şengalê dike. PDK'ê gelê me tenê hişt û reviya. Çawa dibe ku dibêje em ê carek din bikevin Şengalê?”
Şêniyên Şengalê li dijî lihevkirina vê dawiyê ya navbera dewleta navendî ya Iraqê û Hewlêrê derbarê normalkirina rewşa vê navçeyê xwenîşandanek li dar xistin.