Adar 02, 2021 00:13 Asia/Tehran
  • Êzidiyên Efrînê: Rapora TRT World xapandin û derew e

Êzidiyên kantona Efrînê îdiayên dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê li ser rewşa êzidiyên Efrînê li derewê qelibandin û diyar kirin ku êzidiyên li wir mercên zehmet û bi êş dijîn û tên neçarkirin ku bibin Misliman.

Dezgehên çapemeniyên ên ser bi dewleta Tirkiyê ve hewl didin dagirkirin û sûcên li bajarê Efrînê yê dagirkirî rewa bikin û bibêjin ku berî dagirbûna Efrînê zilm li xelkê deverê dibû .

Malpera TRT World ku bi zimanê înglîzî weşanê dike di 25`ê Sibatê de nivîsek tevî dîmen belav kir û tê de got ku êzidî berê gelek caran neçar man ku ji Efrînê derkevin û îdia kir ku “kêmnetewên li wir bi hebûna hêzên Tirkiyê di ewlehiyeke mezin de dijîn.”

Êzidiyên ku ji Efrînê koçber bûne ji ANHA`yê re axivîn û rapora ku dezgehên çapameniyê yên dewleta Tirkiyê li ser rewşa êzidiyan li Efrînê belav kiriye, şermezar kirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Yekitya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nabo wiha got: “Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dibêjin ku êzidiyên li Efrînê beriya dagirkirina bajêr bindest bûn û niha jiyaneke bi rûmet dijîn. Ew dereweke mezin e.”

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di 22`yê Çileya borî de gefa êrişkirina Şengalê xwaribû ku cihê sereke yê êzidiyan li cîhanê ye û gotibû: “Ez her tim dibêjim, em şevekê ji nişke ve bên.”

Serepeyv