Cotmeh 20, 2020 11:01 Asia/Tehran
  • Êzidiyên Efrînê: Destê dewleta Tirkiyê di lihevkirina Şengalê de heye

Êzidiyên Efrînê rave kirin ku ew lihevkirina dawîn a di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê de têkildarî rêveberiya Şengalê, red dikin. Her wiha destnîşan kirin ku ew baş dizanin ku dewleta Tirkiyê li dû wê lihevkirinê ye.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Lihevkirina ku hikumeta Federal a Iraqê bi hikumeta herêma Kurdistanê re di 9`ê Cotmehê de îmze kiriye, rastî nerazîbûnek gelêrî ya welatiyên kurd bi taybetî êzidiyan hat. Ji ber ku her du aliyên lihevkirin îmze kiriye, dixwazin wê lihevkirinê li gelê Şengalê ferz bikin. Tê zanîn wan herdu alîyan, gelê Şengalê, di Tebaxa 2014`an de bi êrişên DAIŞ`ê rû bi rû hiştin."

Hawar Newsê nivîsiye: Êzidiyên Efrînê, hestên xwe girêdayî vê mijarê rave kirin. Şêniyê bi navê Esad Marko got: “Di 3`yê Tebaxa 2014`an de, çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir. Mixabin,

hêzên pêşmerge yên ku Şengal diparastin, vekişîn û rê dan DAIŞ`ê. 6 hezar jinên Êzidî hatin revandin û gelek şênî hatin serjêkirin.”

Marko wiha domand: “Yekîneyên Berxwedana Şengalê (PBŞ) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo birêvebirina Şengalê û parastina wê, hatin avakirin. Lê hikumeta herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê, lihevkirinek îmze kir da ku rêveberiya Şengalê kontrol bikin. Em vê lihevkirinê qebûl nakin.”

Êzidiyê efrînî pirsek arasteyî hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir û got: “Dema DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir hûn li ku derê bûn? We şêniyên Şengalê bi tenê hişt û revîn! Em baş dizanin ku dewleta Tirkiyê li paş vê lihevkirinê ye. Ev perspektîfa wê ye.”

Têkildarî heman mijarê, şêniya bi navê Fatme Xelîl got: “Ji êzidiyan çi dixwazin? Bi rêbazên cuda zextê li me dikin. Di fermana 73`yan de, jinên Şengalê hatin revandin û hatin firotin. Me êrişî tu kesî nekiriye.“

Fatme wiha domand: “Ji sê salan ve em ji warên xwe koçber bûne. Ji hovîtiya dagirkeran me ax û welatê xwe terk kir.”

Şêniyê bi navê Ebdulrehman Şakir bang li tevahiya welatiyan kir nexasim êzidiyan û got: “Çanda tê firotin, rastî zextê tên. Em wan rêbazên ku li dijî gelê Êzidî tên kirin, şermezar dikin. Êdî bes e rijandina xwînê û hewldanên qirkirina çanda Êzidî.”
 

Serepeyv