Wezîrê karê hundirîn ê Iraqê gihaşt Şengalê
Kanûn 13, 2020 13:53 Asia/Tehran
Wezîrê karên hundirîn ê Iraqê Osman Xanmî li tevî şandeyekê gihaşt Şengalê.
Wezîrê karên hundirîn ê Iraqê Osman Xanmî îro tevî şandeyekê gihaşt Şengalê û bi Gerînendetiya Polîsên Şengalê civiya.
Rêveberê Ragihandin û Peywendiyên ê Wezareta Hundirîn a Iraqê Seîd Mein li ser twittera xwe ragihand ku wezîr û şendeya pê re gihaştin Şengalê û serdana Gerînendîtiya Polîsên Şengalê kir.
Heta niha armanca serdana Wezîrê Hundirîn ê Iraqê Osman Xanmî nayê zanîn û ne xuya ye ku wê bi çi aliyan re bicive.