Adar 25, 2025 15:20 Asia/Tehran
  • Di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser başûrê Sûriyê de 6 sivîl şehîd bûn

Çavkaniyên sûrî basa êrişên Rejîma Siyonîst ser dorhêla rojava ya parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê û şehadet û birîndarbûna hejmarekê di encama wan de kirin.

Çavkaniyên herêmî yên sûrî basa êrişên Rejîma Siyonîst ser başûrê Sûriyê kirin û ragihandin ku leşkerên vê rejîmê êrişî bajaroka Koyeyê li dorhêla rojava ya parêzgeha Derayê kirin ku di encama êrişên Rejîma Siyonîst 6 kes şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

Artêşa Rejîma Siyonîst sibeha îro  herwiha di bin sîvana bêdengiya hikûmeta demkî ya Colanî li ber cinayetên Rejîma Siyonîst li nav axa Sûriyê, êrişî binkeyên leşkerî yên Tidmur û T4`ê jî kir.

Serepeyv