Îranê derheq liv u tevgerên têkderane yên Amerîkayê u 3 welatên ewrûpî de hişyarî da
Wekîlê Dayimî yê Îranê li Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê di civîna Konseya Hikimdarên vê ajansê da derheq liv u tevgerên têkderane yên Amerîkayê u 3 welatên ewrûpî de hişyarî da.
Riza Necefî Wekîlê Dayimî yê Îranê li Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî (IAEA) got: Amerîka u 3 welatên ewrûpî di dewama sûdwergirtina narewa ji mekanîzmên navdewletî ji bo sepandina nêrînên nemaqûl û zorbêjane yên xwe ser gelê Îranê da, lê digerin ku bi sûdwergirtina narewa ji pirrabûna xwe ya tenê bi hejmar li Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê, tişta ku li New Yorkê bi est nexistin, li Vîyenê ser me da bisepînin.
Necefî herwiha pêgirî kir ku kiryara neqanûnî ya Amerîkayê u 3 welatên ewrûpî ti guhertinekê di rewşa nika ya mijara lêgerîn u çavdêrîya Ajansa hanê li Îranê ku encama destdirêjîya cinayetkerane ya Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser Îranê û nermatî û hevdestîya 3 welatên ewrûpî ye, pêk nayne.