Konên awareyên filistînî di bin avê de man
NY ragihand ku ji ber baranên vê dawîyê bi sedan kon, çadir u sitargehên demkî yên awareyên filistînî li Zîvala Xezzeyê di bin avê de mane û bi hezaran malbat di vê hewaya zehmet di rewşeke giran da mane.
Stêfan Ducarîk Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY di vî warî da got ku bi sedan çadir u sitargehên demkî li Xezzeyê ji ber baranê di bin avê de mane û bi hezaran malbat di vê rewşa giran a ji ber baranê da mane.
Vî rayedarê NY herwiah got ku Rejîma Sîyonîst 23 daxwazên NY ji bo derbaskirina nêzî 4 hezar kel u pelên pêwîst ji wan kon u çadiran ji bo Xezzeyê ret kirîye. Ji hêla din ve, Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê amajeyî rewşa qeyranî ya Zîvala Xezzeyê kir u pêgirî kir ku heta nika 900 nexweş li vê herêmê ji ber rêgirtina Rejîma Sîyonîst ber veguhestina wan bo derveyî navçeyê, şehîd bûne.