Hevalbendîya Dewleta Qanûnê: Hikûmeta bê ya Iraqê yê bêyî derengî yan nakokî were pêkanîn
Endamekî Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li Iraqê pêgirî kir ku pêkanîna kabîna nû ya vî welatî yê pêrgî derengî yan nakokîyên sîyasî nebe.
Sebah Enbarî endamê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya Iraqê pêgirî kir ku hevgirtineke baş di navbera alîyên şirîkê Hevalbendîya Hevahengîya Şî`eyan da ji bo garantîkirina pêkanîna hikûmeta bê bêyî derengî yan nakokîyên sîyasî heye. Wî herwiha got: Hevalbendîya Hevahengîya Şîeyên Iraqê hevgirtî ye u dûr dibînim ku di demajoya pêkanîna kabîna nû da duberekî yan nakokîya navxweyî bikeve nav vê hevalbendîyê, nemaze ku ew hevalbendîya ji wan bereyan pêk tê ku qada sîyasî ya vî welatî bi rê ve dibin.
Enbarî herwiha got: Hevalbendîya Sûdanî ji komên curbicur pêk hatîye û ev yeka bandorê li Hevaqlbndîya Hevahengîya Şîeyan nake. Nûrî Malikî Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê jî di çend rojên buhurî da pêgirî ser vê xalê kirîye.
Ebdullah Duleymî endamê Hevalbendîya Ezm a Iraqê jî got ku hemî kom û hevalbendîyên sîyasî yên Iraqê divê ji bo lezandina demajoya pêkanîna kabîn nû ya vî welatî hewil bidin. Wî hişyarî da ku derengmayîna vê demajoyê dikare bera Iraqê bide dûhatên bitaluke.
Isam Şakir endamê Hevalbendîya Hevahengîya Şîeyên Iraqê jî got ku gotûbêjên têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê berî raghiandina fermî ya encamên hilbijartina parlimana Iraqê dest pê bibûn, lê ew gotubêj derbara parvekirina wezaretxaneyan u hilbijartina serokwezîr derbasî qonaxeke cidîtir bûne.
Bi dû ragihandina encamên berayî yên hilbijartina parlimana Iraqê, liv u tevgerên sîyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû derbasî qonaxeke nû bûne; qonaxa ku Hevalbendîya Çarçoveya Hevahengîya Şîeyan bi palpiştîya hejmara nû ya kursîyên xwe li parlimanê, rawêjkarîyên ji bo kivşkirina serokwezîrê bê û pêkhateya kabînê dest pê kirîye, helbet lihevalîyayîbûna qanûna bingehîn û meseleya hevsengîyên navxweyî, rêya lihevkirina teqil derbara hikûmeta nû ya Iraqê wekî berê dijwar kirine.