Pevçûna giran di navbera endamên ser bi Colanî ve û Derûziyên Sûriyê de
Mijdar 14, 2025 13:08 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan behsa pevçûna giran a di navbera endamên ser bi Colanî ve û Derûziyên Sûriyê de kirin.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin hêzên ser bi Colanî, serokê hikûmeta Sûriyê ve û derûziyan de li parêzgeha Suweydayê ji çend mêhweran ve bi hev re ketin şer û pevçûnê. Ev pevçûn hîna jî bi cûre çekên sivik û giran bi giranî berdewam in.
Pevçûna herî giran li mêhwera Mecdel û Rîme Hazimê li rojavaya Suweydayê ye. Her du alî di halê şandina hêz û alavên zêdetir bo cihên pevçûbnê ne û hêlîkopter û xwefirên Rejîma Siyonîst jî di halê geriyana di esmanê navçê de hatine dîtin.
Rejîma Siyonîst di mehên vê dawiyê de bi behaneyên pûç ên wek berevaniya ji Derûziyan, bi caran êrişî axa vî welatî kiriye.