Mijdar 15, 2025 18:22 Asia/Tehran
  • Şirketên amerîkî mijûlê talankirina nift u gaza Iraqê ne

Endamekî hevalbendîyeke iraqî ragihand ku çavkanîyên nift, gaz u kanzayên vî welatî ji hêla şirketên amerîkî va tên talankirin.

Humad Duleymî pêgirî kir ku şirketên amerîkî bi heceta sermayeguzarîyê çavkanîyên nift, gaz û kanzayên deverên rojavaya parêzgeha Enbarê bi awayekî berfire xistine destê xwe. Vî endamê Hevalbendîya Enbar a Iraqê herwiha got: Alîyên peywendîra ên iraqî haya wan ji vê mijarê tineye û ti roleke şirketên hikûmî yên iraqî jî di van projana da tineye.

Wî pêgirî kir: Peymanên bi şirketên amerîkî ra nihênî u ji bo bidehan salî ne. Ev yek di halekî da ye ku navçeyên hanê tijî çavkanîyên dewlemend ên nift, gaz u kanzayê ne.  

Serepeyv