Xitimîna muzakireyên tevlîkirina çekdaran di nav artêşa nû ya Sûriyê da
Tevî xweşbîniyên destpêkê li ser tevlîkirina komên çekdar di nav artêşa nû ya Sûriyê da, li gorî nîşaneyan ev muzakire dixitimin, heta vê astê ku wezîrê berevaniyê yê HTŞ`ê neçar maye bi devkî gef bixwe.
Dosiyeya radestkirina çekên komên çekdar hîna jî sedema nakokiyê ye di navbera HTŞ û komên çekdar de ku hinek ji wan berê hevgirtiyên HTŞ`ê bûn. Helbet di vê navberê de dosiyeya herî aloz ya Kurdên bakûrê Sûriyê ye û piştî dijayetiya HTŞ`ê bi daxwaza HSD`ê re ji bo parastina nijyarê wekî pêşmercê tevlîbûna nav artêşa Sûriyê, devojeniya di navbera her du aliyan de zêde bûye.
Anegorî rapora Ajansa Nûçeyan a Firansayê li Şamê, Murhef Abû Qesre, wezîrê berevaniyê yê HTŞ`ê di koma nûçegîhanan de gotiye ku muzakireyên bi HSD`ê re didomin lê eger em neçar bibin em amade ne ku zorê jî bi kar bînin. Ev ku bixwe yek ji fermandeyên navdar ên komên terorîst li Sûriyê bûye û bi nasnavê Ebû Hesen 600` di şerrê navxweyî yê Sûriyê de pirr çalak bûye, ji bilî pêgîriya li ser sozdariya xwe li tevlîkirina komên çekdar di nav artêşê de got: Asoya muzakireya bi HSD`ê nediyar e.
Ev axiftin piştî wê hatin ku gerra yekem a danûstandinên di navbera Wezareta Berevaniya nû ya Sûriyê û HSD`ê de, piştî ku Şamê daxwaza aliyên kurd red kir, têk çû. HSD dixwaze nijyara xwe ya leşkerî wek yekîneyek ku ji hêzên kurdî di nav artêşa Sûriyê de pêk tê biparêze, lê Şam li ser hilweşandin û tevlîbûna wê di nav Artêşa Navendî ya Sûriyê de pêkutiyê dike. Mijar wê demê aloztir dibe ku em wê yekê berçav bigirin ku ji bilî koma HSD`ê ku yek ji girîngtirîn komên çekdar li Sûriyê ye, komên çekdar ên din ku heta ji aliyê etnîkî û olî ve bi desthilatdarên niha yên Şamê re hevdeng in, ji wan Odeya Operasyona Başûr û El Emşat jî nexwestine ku tevlî artêşa Sûriyê bibin. Herwiha ji bilî Kurdan, çekdarên Derûzî jî xwe ji tevlîbûna di nav artêşa Sûriyê de û radestkirina çekên xwe dûr ragirtinen, ji ber ku baweriya wan bi hikûmeta HTŞ`ê re tine. Derûzî bi amajeya ser kuştina komkî ya xelkê gundê Qelb Lozê yê Idlibê di sala 2015`an de bi destê yek ji fermandarên tûnisî yê Cibhetûnusrê, pêgîrî dikin ku ew amade nînin çekan radestî artêşa di bin fermandariya endamên berê yên Cibhetûnusrê da bikin. Berî nika çavkaniyên nêzîkî hikûmeta Ebû Mihemed El Colanî îdia kiribûn ku serokên komên çekdar bi rêvebirên nû yên vî welatî re lihev kirine ku hemû komên çekdar bên hilweşandin û tevlî artêşê bibin, lê alûgorên hefteyên vê dawiyê vê rastiyê nîşan didin ku mesela jiçekkirina komên çekdar li Sûriyê, berûlayên aloztir digire.