Mijdar 21, 2025 15:47 Asia/Tehran
  • Li Reqa û derdora wê şerên dijwar di navbera hêzên Colanî û HSD`ê de bi çekên giran berdewam dikin

Rêveberê Navenda Medyayê ya HSD`ê behsa dijwarbûna pevçûnên bi hêzên hikûmeta Colanî re li Reqayê û hevkariya endamên berê yên DAIŞ`ê û komên girêdayî hikûmeta Colanî di van pevçûnan de kir.

Ferhad Şamî di hevpeyvînekê de got ku pevçûnên di navbera hêzên HSD û komên çekdar ên di bin fermandariya hikûmeta Colanî de li Reqa û derdora wê zêde bûne û di van pevçûn û êrîşan de endamên berê yên DAIŞ`ê, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê û fermandarekî kirêgirtî ê biyanî hene. Wî got ku hêzên di bin fermandariya hikûmeta Colanî de di rojên borî de rêbaza êrîşa xwe guhertine û bi para zêde êrîşên xwekujiyê û yên bi xwefiran bi kar tînin. 

Rêveberê Navenda Medyayê ya HSD`ê got ku li gundê Xanim Eliyê şer û pevçûnên di navbera HSD û hêzên di bin fermandariya hikûmeta Colanî de bi çekên giran berdewam dikin û kesên ku berê endamên koma DAIŞ`ê bûn û dû re tevlî Wezareta Parastinê ya girêdayî hikûmeta Şamê bûn, beşdarî van êrîşan dibin. Wî zêde kir: Fermandariya êrîşên li ser xeta eniya Xanim Eliyê, ser milê kirêgirtiyekî ji Albanyayê ye. Belgeyên pêbawer li ser hatûçûnên vî kesî hene; kesek ku carinan li otêlek Şamê dimîne û roja din li bereya pêşîn xuya dike.

Ferhad Şamî got ku di deh rojên borî de, komên girêdayî hikûmeta Şamê ji eniyên rojhilatê Reqayê ve çeperên HSD`ê hedef girtine û hewl didin ku bi çekên giran pêşve biçin.

Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) duh ragihand ku wan li nêzîkî gundê Xanim Elî, li rojhilatê Reqayê, du xwefirên xwekuj ên hêzên hikûmeta demkî ya Şamê xistine xwarê. Li gorî raporek din, hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyê rêya di navbera bajarokên Buhemed û Xanim Elî de, ku Reqa û Dêrezorê bi hev ve girêdide, girêdane. 

Hêzên Colanî her wiha rêyên Tebqa-Selmiye û Dêr Hafir-Heleb girêdane. 

Serepeyv