Adar 29, 2022 12:18 Asia/Tehran
  •  Heseke: Li kampa Holê hewldaneke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê hate têkbirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê ya li Hesekeya Sûriyê hewldana tevgereke şaneyên çeteyên DAIŞ'ê têk bir û hejmarek çete girtin.

Hawar Newsê (ANHA) nivîsiye: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Hesekeyê li beşa 4'an a kampa Holê operasyonek pêk anî. Di navbera hêzên ewlekariyê û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şer bi çekên sivîk û navîn rû da.

Li gorî berpirsekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hejmareke çeteyên şaneyê hatin girtin.

Li kampê alozî û operasyona paqijkirnê didomin."

Serepeyv