Tebax 24, 2020 10:43 Asia/Tehran
  • Koronavîrûs û qanûna Qeyserê rewşa jiyanî ya welatiyan xerabtir kir

Ji ber pêkanîna qanûna cezayan a Amerîkayê (Qeyser) li ser Sûriyê û belavbûna Koronavîrûsê bi rêjeyeke mezin, nirxê kel û pel û madeyên li sûkê bilintir bû. Vê yekê rewşa jiyanî ya welatiyan xerabtir kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Tevî ku ev 9 sal in li Sûriyê şer dewam dike jî, lê belê wekî qanûna Qeyserê û belavbûna Koronavîrûsê bandor li sûkê nekir. Ferzkirina cezayan li ser Sûriyê û belavbûna şewbê rewşa welatiyan zehmettir kir.

“QEYSER" DESTPÊKÊ ZIRARÊ DIGIHÎNE GELÊ SÛRIYÊ!

Di 17`ê Hezîranê de Amerîkayê qanûna cezayan a bi navê Qeyser li ser gelek kesayetên ji hikumeta Sûriyê û alîgirên wê (dewlet, kesayet, şerîket), ferz kir.

Xuya ye ku zextên siyasî û dorpêça aborî di serî de bandoreke nerênî digihîne sivîlên di hundir Sûriyê de, nexasim ku rewşa jiyanî ya welatiyan xerabttir bûye û ji ber belavbûna Koronavîrûsê tevgera çûn û hatinê hatiye rawestandin û dergeh hatine girtin.

KORONAVÎRÛSÊ BIRÎNÊN GELÊ SÛRIYÊ KÛRTIR KIR..

Şewba Koronayê ku ji Çînê derket, bi lez li piraniya welatên cîhanê belav bû û jiyana bi hezaran welatiyan da ber xwe û bi milyonan kes jî pê nexweş ketin. Li gel rewşa tenduristiyê ya lawaz û derfetên kêm, ev şewb li Sûriyê jî belav bû.

Heta niha li Sûriyê zêdetirî hezar kesî bi Koronavîrûsê ketine. Li herêmên bin kontrola "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" jî hejmara nexweşên Koronayê 200 derbas kir.

Piştî belavbûna Koronavîrûsê li Sûriyê gelek tedbîrên xweparastinê hatin girtin. Şênî dibêjin ku ji belavbûna şewbê rewşa jiyanî xerabtir kir û wekî bandora qanûna Qeyserê nirxê made û kel û pelên li sûkan bilindtir kir.

Qeydên ku piştî belavbûna şewbê hatine danîn, bandoreke mezin li tevgera bazirganiyê ya di navbera dewletan de kir û hişt ku nirxê madeyan bilind bibe û bi zehmetî bên peydakirin.

Hawar Newsê her wiha nivîsiye: "Li herêmên bin kontrola "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" jî dergehên bi hikumeta Sûriyê, 'herêmên dagîrkirî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve' hatin girtin. Lê belê tevgera bazirganiyê dewam kir.

Li bajarê Minbicê 3 dergehên sereke yên bazirganiyê hene. Li dergeha Teiyha ya bazirganiyê ku li başûr rojavayê bajêr e, tevgera bazirganiyê wek xwe ma lê belê dergeh tenê li derbasbûna sivîlan hate girtin. Dergehên Um Cilûd û Ewn Dadet ku bajarê Minbicê ji aliyên bakur û rojava ve bi 'herêmên dagîrkirî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve' girê didin jî, zêdetirî mehekê ji aliyê komên çete ve hatin girtin."

Di dewama rapora Hawar Newsê da hatiye: "Ji ber bacên ku çete li ser kel û pelên dikevin bajarê Minbicê ferz dikin, tevgera bazirganiyê li dergehên Um Cilûd û Ewn Dadet sînordar e û bazirgan neçar dibin ku ji bo bazirganiyê dergeha Teiyha bi kar bînin.

Belavbûna Koronavîrûsê li Sûriyê bandoreke neynî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir. Li herêmê hemwextî ferzkirina qanûna Qeyserê, nirxê hin madeyan bilindtir bû.

Li kêleka wê yekê nirxê lîreya Sûriyê li hemberî pereyên biyanî pir daket. Tevî derbasbûna kel û pelan ji sûkên herêmê re jî, lê derfet kirînê ya şêniyan lawa bû.

"Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" ji bo kêmkirina bandorên aborî gelek tedbîr girtin. Ji wan tedbîran, zêdekirina fonên karmend û xebatkaran, rakirina bacên gumirkê li ser kel û pelên bi rêya dergehên sînorî re dikevin herêmê û vekirina sazî û dikanên madeyan bi nirxekî kêm."

Hevserokê Komîteya Aboriyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Sebrî wiha dibêje: "Belavbûna Koronavîrûsê li cîhanê bandoreke nerênî li bazirganiya cîhanê bi giştî kir. Ji ber ku hemû dergehên sînorî hatin girtin."

Sebrî destnîşan kir ku li sûkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêdivê peyda dibin, lê belê ji ber bilindbûna nirxê pereyên biyanî li hemberî lîreya Sûriyê û pêkanîna qanûna Qeyserê nirxê madeyan û kel û pelan bilindtir bû.

Mihemed Sebrî îşaret pê kir ku "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê" soz da ku dê nirxê madeyên sereke wekî sotemenî, eleketrîk, av û nan bilind neke û dê berpirsiyariya hemû ziyanan rake, da ku zirar negihîne welatiyên herêmê.

 

 

Serepeyv