-
Di encama teqîna li Tirbêspiyê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan
Tebax 07, 2019 08:25Li kolana giştî ango pêşiya navenda Berîdê ya navçeya Tirbespiyê ser bi Qamişlo erebeyeke bombebarkirî teqiya ku ligorî agahîyên destpêkê 3 zarok bûne qurbanî.
-
Artêşa Sûrîyê gundê Al Arbeînê li parêzgeha Hemayê azad kir
Tebax 07, 2019 04:30Artêşa Sûrîyê gundê Al Arbeînê li bakura Parêzgeha Hemayê li rojavaya wî welatî ji lepên koma têrorîst a Cebhet ul Nusrê azad kir.
-
Aldar Xelîl: Eger em bi Şamê re tifaqê bikin ne şaş e
Tebax 06, 2019 12:28Berpirsê Peywendiyên Dîplomatîk ên TEV-DEM`ê, Aldar Xelîl ragihand ku gefên Tirkiyê rewşa li herêmê bi temamî aloz kirine û eger Rêveberiya Xweser di wan şert û mercan de tifaqekê bi Şamê re bike, ne karekî şaş e.
-
Çek û amûrên leşkerî yên Amerîkayê jibo piştgiriya ji hêzên Kurd gihîştine Sûriyê
Tebax 06, 2019 12:14Hevpeymaniya bi rêbertiya Amerîkayê jibo piştevaniya ji hêzên Kurd ên nasyar bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 70 kamiyon çek û amûrên leşkerî şandin Sûriyê.
-
Êrîşa bi rokêtan a têrorîstan ser bajarokê Ebu Zuhrûrê li Idlibê
Tebax 06, 2019 12:06Têrorîstan berbanga Sêşemê careke din malên xelkê li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê dane ber êrîşên bi rokêtan.
-
Li Efrînê serbazekî Tirkiyê û 2 çekdarên alîgirên wî welatî hatin kuştin
Tebax 06, 2019 07:42Li Efrînê di êrişekê de li ser rêbendeke leşkerî, leşkerekî artêşa Tirkiyê û 2 çekdarên grûpên ser bi wê ve hatin kuştin.
-
Sûriye: Tirkiyê agirbes li Idlibê binpê kiriye
Tebax 06, 2019 05:36Erkantiya Fermandariya Hêzên çekdar ên Sûriye bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyê agirbesa ku 4 rojên berî niha li Idlibê hatibû ragihandin binpê kiriye û li pratîkê ev agirbes gihandiye dawiyê.
-
Waşîngton Postê hûrgilîyên pêşnîyara Amerîkayê bo Tirkîyê ya derbarê damezirandina Navça Ewleh li bakura Sûrîyê de aşkira kirin
Tebax 05, 2019 15:00Ligorî pêşnîyara Amerîkayê, li rûbereke bi dirêjatîya 87 kîlomêtran, hemî nuqte û baregehên hêzên Kurd dê bên rakirinê û hêzên hevpar ên Tirkîye û Amerîkayê dê kontrola wê navçeyê bigirin destê xwe.
-
Bombeya ku dijî Artêşa Azad a Sûriyê li Eizazê hatibû danînê, hat teqandinê
Tebax 05, 2019 13:41Di encama bombedanîna li dijî endamên Artêşa Azad a Sûriyê li navçeya Eizazê li bakurê Sûriyê de, kesek ji endamên Artêşa Azad a Sûriyê ya bin sîvana piştevaniya artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin.
-
Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokomarê Sûriyê: Pêwendiyên Şam û Têhranê "stratejîk" in
Tebax 05, 2019 13:34Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokomarê Sûriyê pêwendiyên di navbera Şam û Têhranê de ji dema serketina Înqilaba Îslamî va "stratejîk" dan zanîn.