Bombeya ku dijî Artêşa Azad a Sûriyê li Eizazê hatibû danînê, hat teqandinê
Di encama bombedanîna li dijî endamên Artêşa Azad a Sûriyê li navçeya Eizazê li bakurê Sûriyê de, kesek ji endamên Artêşa Azad a Sûriyê ya bin sîvana piştevaniya artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a KRD News`ê, Li gorî agahiyên bidestketî ji çavkaniyên herêmî, Di encama bombedanîna li dijî endamên Artêşa Azad a Sûriyê li navçeya Eizazê li bakurê Sûriyê de, kesek ji endamên wê Artêşa di bin sîvana piştevaniya artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin..
Li gorî raporan, bombeyek ku di erebeya endamekî Artêşa Azad a Sûriyê de hatibû danînê, vê sibê hatiye teqandin ku di encamê da ew hatiye kuştin.
Hêjayî gotinê ye ku roja bihurî jî li El Babê êrîşek li dijî fermandarekî Artêşa Azad a Sûriyê pêk hat ku di vê êrîşê da jî fermandarê Artêşa Azad a Sûriyê hat kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.
Heta niha tu komekê berpirsiyariya van têrorên biarmanc negirtiye ustiyê xwe; Lê wer xuya dike ku pêvajoyeke nû di şerê dijî endamên Artêşa Azad a Sûriyê li bakurê Sûriyê de destpê bûye ku armanca wê ya sereke têrora kesayetiyên vê artêşa di bin piştgiriya Tirkiyê da ye.