Rejîma Sîyonîst êrişî parêzgeha Quneytere ya Sûrîyê kir
Îlon 05, 2026 17:47 Asia/Tehran
Leşkerên Sîyonîst careka din di çarçova destdirêjîya ser axa Sûrîyê da, êrişî derdora başûra parêzgeha Quneyterê kirin.
Medyayên sûrî herwiha ragihandin ku di dewama bêdengbûna demdirêj a hikûmeta demkî ya Colanî hibmerî cinayetên Rejîma Sîyonîst da, dagirkerên sîyonîst li derdora başûra parêzgeha Quneyterê ber bi esmîn va gulle avêtin u dest bi lêgerîna di nav malên welatîyên sûrî da kirin. Çavkanîyên xwecî duh jî ragihandin ku leşkerên sîyonîst xaleke lêgerînê li derdora Quneyterê danîn u dest bi lêgerîna rêwîyan kirin.
Ji destpêka hikûmeta demkî ya Colanî va li Sûrîyê, Rejîma Sîyonîst bi sûdwergirtina ji valatîya emnî ya li Sûrîyê, destdirêjîyê ser navçeyên başûra wî welatî dike.
Serepeyv