Rejîma Sîyonîst bi topan êrişî başûra Sûrîyê kir
Îlon 08, 2026 17:52 Asia/Tehran
Çavkanîyên nûçeyan ên sûrî ragihandin ku Rejîma Sîyonîst careka din destdirêjî ser axa wî welatî kir.
Çavkanîyên nûçeyan ên sûrî ragihandin ku artêşa Rejîma Sîyonîst êrişî hin navçeyên derdora başûra Quneyterê li başûra Sûrîyê kir.
Li gorî gotina çavkanîyên hanê, Rejîma Sîyonîst erdên di navbera zevîya Rezanîye u gundê Seyda Hanotê dan ber topan.
Berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser axa Sûrîyê di bin bêdengîya hikûmeta demkî ya Colanî da pêk tê u ev yeka bûye sedema dilnigeranbûna gelê Sûrîyê.
Serepeyv