Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokomarê Sûriyê: Pêwendiyên Şam û Têhranê "stratejîk" in
Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokomarê Sûriyê pêwendiyên di navbera Şam û Têhranê de ji dema serketina Înqilaba Îslamî va "stratejîk" dan zanîn.
Li gorî rapora Fars Newsê, Busniye Şeiban, Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokomarê Sûriyê roja yekşemiyê di axaftinekê da li Navenda Çandê ya Tertûsê destnîşan kir: Pêwendiya stratejîk a Sûriye û Îranê dê nekeve ber bandora axaftina kesên ku li ser xêrra Siyonîsm û Israîlê êrîşî ser Îranê dikin.
Boseyna Şeibanê her wiha li bara vegeriyana Sûriyê bo nav Yekîtiya Ereban got: Vegeriyan demekê diqewime ku ew yekîtîya bi awayekî serbixwe biryaran bide, neku darê destê welatên welatên rojavayî be.
Rawêjkara Medyayî û Siyasî ya Serokomarê Sûriyê her wiha bi gotina vêya ku Kurd beşeka civata Sûriyê ne û mafên beranber hene, dîyar kir: Pirraniya Kurdan welatên xwe diparêzin, lê mîlîtanên HSD`ê (Hêzên Sûriya Dêmokratîk) ku hevkariya Amerîkayê û hêzên hevpeymaniya rojavayî dikin, beşeka biçûk a Kurdan û Ereban in ku hevkariya dijminan dikin.
Wê herwiha got: Golan navçeyeka sûrî weke tevahiya navçeyên welêt e ku dê were azadkirin.
Vê dîplomata pileberz a Sûriyê her wiha got: Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê divê di bin hakimiyeta Sûriyê da be û Sûriye dê wek berê yekparçetiya axa xwe bi dest bixe.