Aldar Xelîl: Eger em bi Şamê re tifaqê bikin ne şaş e
Berpirsê Peywendiyên Dîplomatîk ên TEV-DEM`ê, Aldar Xelîl ragihand ku gefên Tirkiyê rewşa li herêmê bi temamî aloz kirine û eger Rêveberiya Xweser di wan şert û mercan de tifaqekê bi Şamê re bike, ne karekî şaş e.
Aldar Xelîl ragihand, ji ber gefên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bêguman herêm tev ketiye di nav aloziyeke mezin de, ew aramiya ku heye, Erdogan dixwaze xirab bike.”
Xelîl herwiha diyar kir, ku vekirina peywendiyan bi Şamê re bijardeyeke baş e, ji ber ku bi baweriya wan, ji bo pirsgirêkên Sûriyê divê çareseriyeke Sûrî-Sûrî hebe.
Berpirsê Peywendiyên Dîlomatîk ên TEV-DEM`ê herwiha destnîşan kir: “Ji destpêkê ve helwesta me diyar bû, ku divê çareserî Sûrî-Sûrî be, heta em bikarin bi Şamê re tifaqekê bikin, dê ne karekî şaş be. Tevî ku berê jî çend caran me hewil da û ti tifaqên wisa diyar nederketin holê, lê dîsan a niha jî ji ber ku herêm di nava xeteriyekê de ye, me xwest bi rêya Rûsan xwe bigihînin rayedarên Sûriyê, ji boku em tifaqê pêk bînin û bi hev re herêmê biparêzin.”
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan îro jî di dewama gefên dijî Kurdên Sûrîyê de di 11.Konferansa Balyozên wî welatî de got ku ew dê di demeke nêz de derbasî qonaxeke nû bibin.
Erdogan îddîa kir ku “Tirkiye xwediyê wî mafî ye ku li gel hevalbendên xwe an bêyî hevalbendên xwe hemû gefan ji holê rake. Ew tişta li sînorê me yê başûr tê mezinkirin ji holê ranebe Tirkiye xwe di asayîşê de nabîne. Em îro vê yekê nekin sibê em dê bi berdelên mezin neçar bin bikin.”