Sûriye: Tirkiyê agirbes li Idlibê binpê kiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306986-sûriye_tirkiyê_agirbes_li_idlibê_binpê_kiriye
Erkantiya Fermandariya Hêzên çekdar ên Sûriye bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyê agirbesa ku 4 rojên berî niha li Idlibê hatibû ragihandin binpê kiriye û li pratîkê ev agirbes gihandiye dawiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 06, 2019 05:36 Asia/Tehran
  • Sûriye: Tirkiyê agirbes li Idlibê binpê kiriye

Erkantiya Fermandariya Hêzên çekdar ên Sûriye bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiyê agirbesa ku 4 rojên berî niha li Idlibê hatibû ragihandin binpê kiriye û li pratîkê ev agirbes gihandiye dawiyê.

Ajansa KRD Newsê diyar kir ku Erkantiya Fermandariya Hêzên çekdar ên Sûriye bi weşandina daxuyaniyekê ragihand:  Tirkiyê agirbesa bi şert a ku hefteya borî li Idlibê hatibû ragihandin binpê kiriye û li pratîkê ev agirbes gihandiye dawiyê.

Li vê daxuyaniyê diyar bûye agirbesa ku roja pêncşemê li Idlibê hat îlankirin û şertê wê cihanîna lihevkirina par a navbera Tirkiyê û Rûsyayê bû, binpê bûye ji ber ku Tirkiyê pêsparteyên xwe cih neanîn û piştgiriya xwe ji terorîstan berdewam dike.

Li dewama vê daxuyaniyê diyar bûye ku komên ber piştgiriya Tirkiyê li ser qayide û qirarên agirbesê nasekinin û vê agirbesê qebûl nakin û êrişî ser xelkê sivîl dikin . Sûriye dibêje: her ji despêkê ve me agirbes bi şert qebûl kiribû, lê belê li van çend rojên borî Tirkiyê qet şertên agirbesê bi cih neanîn û Sûriye neçare dîsa şerê xwe li dijî terorîstan bide despêkirin.