Çek û amûrên leşkerî yên Amerîkayê jibo piştgiriya ji hêzên Kurd gihîştine Sûriyê
Hevpeymaniya bi rêbertiya Amerîkayê jibo piştevaniya ji hêzên Kurd ên nasyar bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 70 kamiyon çek û amûrên leşkerî şandin Sûriyê.
Li gorî rapora roja Sêşemê ya Fars Newsê, Koma Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê bi raporekê ragihand ku kamiyonên amerîkî ji bakurê Iraqê û ji derbasgeha Sewîdiye Welîd va gihîştine rojhilata Sûriyê.
Koma Zîrevana Mafên Mirovan a Sûriyê di vê raporê ragihandiye ku ev cara bîst û duyem e ku hevpeymaniya amerîkî çek û amûrên leşkerî jibo HSDê dişîne. heta niha herî kêm du hezar û 100 kamiyon ji bakurê Iraqê gihîştine Sûriyê.
Amerîka û hevpeymanên wî welatî bi mehneya têkoşîna dijî komên têrorîst û bêyî destûra dewleta Sûriyê, ketine nav vî welatî.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên terorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariyên misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê û piştevaniya Rûsiyê, her wiha bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.