-
Di navbera YPG`ê û Artêşa Azad a Sûriyê li El-Bab û Eizazê de pevçûn derket
Tebax 05, 2019 08:17Gor raporên belavbûyî ji nav Sûriyê, di navbera Hêzên YPG`ê û hêzên Artêşa Azad a Sûriyê li navçên başûrî yên Eizazê û rojavaya El-Babê şer û pevçûnên giran derketine.
-
2 teqînên têrorîstî li Hesekê qewimîn
Tebax 05, 2019 04:37Di encama du teqînên têrorîstî li şarê Hesekê li bakura rojhilata Sûrîyê de, herîkêm 4 kes birîndar bûn.
-
Li balafirgeheke Sûrîyê teqînek qewimî, bi dehan leşker hatin kuştinê
Tebax 04, 2019 12:57Li balafirgeha Leşkerî ya Şeîratê li Parêzgeha Humsê li rojavaya Sûrîyê teqînek qewimî ku di encamê de 31 leşkeran canê xwe ji dest dan.
-
Li Babê teqîn: Serçete hate kuştin
Tebax 04, 2019 07:53Duh li nêzî dibistana El-Muhedese ya bakurê bajarê Babê ku ji hêla terorîstên ser bi Tirkiyê û artêşa vî welatî ve hatiye dagirkirin, erebeya serçeteyê Feyleq El-Şam bû hedef teqînekê ku di encamê de ev serçeteyê bi navê Ebû Ebdo Ensarî hate kuştin û sê hevalên wî jî bigiranî birîndar bûn.
-
Amerîka 300 kamyonên tijî çek ji YPG re şandin bakura Sûriyê
Tebax 04, 2019 05:43Amerîka li gaveke nû karwaneke 300 kamyonî çek û sîlah ji Yekîneyên Parstina Gel (YPG) şandin qmişloyê li bakura Sûriyê.
-
Nûnerê hertimî yê Sûriyê di NY da: Tirkiye lihevkirinên Astaneyê binpê dike
Tebax 03, 2019 12:28Bişar Ceferî, Nûnerê hertimî yê Sûriyê di NY da û nûnerê dewleta navendî ya Sûriyê li gotûbêjên Astaneyê di axaftinekê da tevî amajeya bi babetên hilêxistî di dora sêzdehem a gotûbêjên Astaneyê da got: Tirkiyê lihevkirinên Astaneyê binpê dike.
-
Nûnerê taybet ê Rûsiyê li karûbarên Sûriyê: Mafên Kurdên bakurê Sûriyê divê di Qanûna Bingehîn a nû were naskirin
Tebax 03, 2019 11:52Nûnerê taybet ê Rûsiyê li karûbarên Sûriyê got: Kurd yek ji hêmayên sereke yên Sûriyê ne û mafên Kurdan divê di Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê werin berçavgirtin.
-
Amerîkayê ji YPG`ê re alîkariyên leşkerî şandin
Tebax 02, 2019 14:55Piştî zêdebûna gefên Tirkiyê û ihtimala êrîşeke leşkerî li dijî YPG`ê, Amerîkayê karwanekî din ê leşkerî bo piştgirîya ji HSD`ê û YPG`ê şande bakura Sûrîyê.
-
Sêzdehemîn dewra Muzakirên Astanê bi dawî hat; Divê yekîtiya axa Sûriyê bê parastin
Tebax 02, 2019 12:07Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê ragihand ku pişkdarên Sêzdehemîn Dewra Muzakirên Astanê di daxûyanîya dawîya civîna xwe da pêgirî kirin ku Divê yekîtiya axa Sûriyê bê parastin û têkildarî pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê jî lihev kirin.
-
Rayedarekî berê yê Pentagonê: Armanca Tirkîyê di sekinîna himberî Kurdên Sûrîyê de seratir ji têkoşîna dijî têrorê ye
Tebax 02, 2019 10:48Rayedarê berê yê Wezareta Berevanîya Amerîkayê ser wê bawerê ye ku delweta niha ya Tirkîyê jibo kontrolkirina axa bakura Sûrîyê, xalifandina raya giştî ji işkestên navxweyî û serdestbûna li deverên niftzêm ên Sûrîyê dil heye êrişî Kurdên vî welatî bike.