Sêzdehemîn dewra Muzakirên Astanê bi dawî hat; Divê yekîtiya axa Sûriyê bê parastin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306893-sêzdehemîn_dewra_muzakirên_astanê_bi_dawî_hat_divê_yekîtiya_axa_sûriyê_bê_parastin
Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê ragihand ku pişkdarên Sêzdehemîn Dewra Muzakirên Astanê di daxûyanîya dawîya civîna xwe da pêgirî kirin ku Divê yekîtiya axa Sûriyê bê parastin û têkildarî pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê jî lihev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 02, 2019 12:07 Asia/Tehran
  • Sêzdehemîn dewra Muzakirên Astanê bi dawî hat; Divê yekîtiya axa Sûriyê bê parastin

Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê ragihand ku pişkdarên Sêzdehemîn Dewra Muzakirên Astanê di daxûyanîya dawîya civîna xwe da pêgirî kirin ku Divê yekîtiya axa Sûriyê bê parastin û têkildarî pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê jî lihev kirin.

Sêzdehemîn Dewra Muzakirên Astanê îro Înê bi dawî hat û hat ragihandin, aliyên beşdar di vê gera danûstandinan de tekezî li ser parastina yekîtî û serweriya axa Sûriyê kirin. Pişkdarên vê dewrê herwiha ragihandin ku kirîza Sûriyê bi şêrr çareser nabe û divê aliyên kirîzê jibo çareserkirina pirsgirêkan, diyalogê bikin.

Di civînê de Alexander Lavrentiev, serokatiya şanda Rûsya, Elîesxer Hacî serokatiya şanda Îranê û Sedat Onal jî serokatiya şanda Tirkiyê kir.

Alîyên pişkdar di gera wê carê ya muzakirên Astanayê de, hejmarek mijarên weke avakirina komîteya destûrê, rewşa Idlibê, pêkanîna Navçeya Aram û paşeroja Sûriyê hilkolandin.

Alîyên pişkdar duh di roja yekem a vê dewra muzaireyan de jî derbarê pêkanîna agirbesê li Idlibê, lihev kirin.

Wezareta Derve ya Kazaxistanê herwiha diyar kir, heta dawiya îsal diqewime ku civînek an du civînên payebilind derbarê Sûriyê de li wî welatî bên lidarxistin.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Qazaqistanê civîna welatên garantorê Muzakirên Astanê yê di meha Îlonê de were lidarxistin.