Amerîka 300 kamyonên tijî çek ji YPG re şandin bakura Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i306936-amerîka_300_kamyonên_tijî_çek_ji_ypg_re_şandin_bakura_sûriyê
Amerîka li gaveke nû karwaneke 300 kamyonî çek û sîlah ji Yekîneyên Parstina Gel (YPG) şandin qmişloyê li bakura Sûriyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 04, 2019 05:43 Asia/Tehran
  • Amerîka 300 kamyonên tijî çek ji YPG re şandin bakura Sûriyê

Amerîka li gaveke nû karwaneke 300 kamyonî çek û sîlah ji Yekîneyên Parstina Gel (YPG) şandin qmişloyê li bakura Sûriyê.

KRD Newsê ragihand li gor zanyariyên ku çavkaniyên herêmê didin,  Amerîka  ji bo piştgiriya ji HSD û YPGê li hemberî gefên Tirkiyê li gaveke nû karwaneke 300 kamyonî çek û sîlah şandin qmişloyê li bakura Sûriyê.

Ev karwan bi şev derbasî Kurdistana Sûriyê bûye û gihêştiye bajarê Qamişlo li ser sînorê hevpar ê Sûriye û Tirkiyê. Ev karwan li Nusibînê ya wilayeta Mêrdîna Tirkiyê jî ku nêzîkî Qamişloyê ye, hatiye dîtin.

Tê gotin ji bilî çek û sîlahên sivk û giran barê din ên van kamyonan depoyên ardû û mazotê jî bûye.

Hêjayê gotinê ye hevdemê gefên Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û rojhilata Firatê, Amerîka piştgiriya xwe ji HSDê û YPGê zêde kiriye.