Sibat 25, 2026 17:42 Asia/Tehran
  • Zêde ji 70 gundên Kobanîyê di bi kontrola çekdarên hikûmeta demkî ya Sûrîyê da ne

Serokê Konseya Kargêr a Rêvebirîya Herêma Firatê ragihand ku zêde ji 70 gundên Kobanîyê di bin kontrola hêzên çekdar ên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê da ne.

Ferhan Hecî Îsa amajeyî berdewambûna dorpêçbûna Kobanîyê kir u got: Dorpêça yekmehî ya ser vî şarî, bûye sedema tundbûna qeyrana merivî û kêmbûna ardûyê û di muzakireyan da jî pêşketineke şênber pêk nehatîye.

Wî herwiha got ku zêde ji mehekê ji dorpêçkirina Kobanîyê derbas dibe, hêzên çekdar hela jî li vir in, genimê zimhêrkirî bo deverên din ên parêzgeha Helebê tê veguhestin u alîkarîyên merivî hatine sînordarkirin. Ji alîyê din va muzakireyên di navbera hikûmeta demkî ya Colanî û HSD da jî tenê hin xizmetên berayî digirin ber xwe û di mijarên sereke yên fenanî rakirina dorpêçê u derketina hêzên çekdar ti pêşketinek pêk nehatîye.

 

Serepeyv